Çalakiyên alîkariyê ji bo Kobanê û Şengalê
Rewşa Kurdistanê gelekî aloz bûye, vê dawiyê li deverên Şengal û Kobanî rewş zêdetir ber bi xirabbûnê ve diçe, bi sedan hezar welatî ji ber kiryarên hovane yên grûbên terorîst koçber bûne, bi hezaran jî bûne qurbanî. Li seranserî cîhanê Kurd û dostên wan bi berdewamî çalakî û xebatan dikin ji bo komkirina alîkariyan û şandina pêdiviyan bo koçberan.
Li Berlîna paytexta Elmanya duh û îro du çalakî ji bo Kobanê û Şengalê ji aliyê ENKS bi hevkariya Sozk, Komkar û Navenda Yasa hatin kirin. Duh bi beşdariya hejmareka zêde ya hunermend, doktor, rewşenbîr, çalakvan, siyasetvan û revenda Kurd ji Swêd, Kurdistan, Holenda, Siwîsre û Elmanya rûniştineka vekirî li ser rewşa Kobanê û Şengalê hat kirin bi amadekirin û pêşkêşkirina rojnamevan Armanc Agîd Nêrweyî (BasNews) û Meksîm Îsa (Orient News).
Dirûniştinê de ku sê beş bû, beşa yekê bi beşdariya Serokê Yekîtiya Pizîşkên Kurd li Elmanya Dr. Barî û Berpirsê Darayî yê YPK’ê Dr. Dana û Dermansaz Şîrîn Saeed hevkara wan ku wek tîm tevî hinek doktorên din ji Elmanya û Ewropayê çûne kampên penaberan li Kurdistanê û xwebexş alîkarî û derman û pêwîstî gehandine û nexweş çareser kirine, wan liser kar û xebatên xwe nîqaş kirin û behsa projeyên xwe yên nû jî kirin.
Beşa duyê ligel civaknas, parêzer û hunermend Natalya û mafnas Celal Emîn serokê şaxa Berlînê ya Navenda Yasa û hunermend Mêhvan Alkîşkî ku ji Kurdistanê hatibu li ser çi ji zarokan re were kirin ji bo perwerdê bikin û ji xwendinê bê par nebin, alavên yasayî çine, kî berpirsiyar û gunehbare ji vê rewşê. Herwiha Mêhvan Alkîşkî ku ew bi xwe beşdar bûye weke hunermendekî li deverên şer de çîroka xwe pêşkêş kir.
Di beşa sêyê de hunermend û civaknas Hêlîn Aro û siyasetzan Jîyan Aro damezrênerên Saziya (KHO Kurdish Help Organisation) ku ji Swêd hatibûn, li ser saziya xwe zanyarî dan ku li wî welatî karîne heta wezîrê karên derve bibînin û daxwaza alîkariyên bilez jê bikin, projeyên wan ew in ku dembeyên avê bikrin û ji penaberan re bişînin, ew dembeyên avê ku avê pakij dikin û gerim dikin ji bo vexwarin, ser şûştin û xwarinê tê bikar anîn û Fewzî Aktaş ji Saziya Komkar Berlînê behsa çalakî û xebatên saziya xwe kir û zanyarî dan.
Hêjayî gotinê ye du rojên çalakiyê li Berlîn wê îro jî li Salona Shato City bi ahengeka xêrxwaziyê bi beşdariya hunermend (Feqiyê Teyran, Hejar Xêraveyî, Hêlîn Aro, Loka Zahir, Mêhvan Alkîşkî, Dêjîn Salih, Lorens Amûdê, Dilo Dogan, Ajo û Hîphopa Kurdî Gohdar Ilhan Haco) bi dawî bibe. Pereyên herdu bernameyan wê bi rêya Yekîtiya Pizîşkên Kurd li Elmanya ji bo kirîna derman û pêwîstiyên zarokan werin xerckirin.
Basnews
