DAIŞê herî kêm 7 gundên Kobanî vala kir!
Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî, Imer Kalo ragihand ku îro li bajarê Kobanî şer û pevçûn di navbera çekdarên rêxistina DAIŞê û hêzên kurdî de bi çekên giran berdewam bû lê şerê kolanan sist û kêm bû.
Imer Kalo diyar kir ku balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî jî 5 caran çeperên DAIŞê li Kobanî bombebaran kirin, cara herî dawî saet 6:30 vê êvarê bû.
Kalo her wiha eşkere kir ku îro li başûrê rojavayê bajarê Kobanî, rêxistina DAIŞê bi sedan malbatên kurd ji gundên Xan Mamed, Kepirepinê, Qeynterê, Mereserê, Derbetehtê, Çortanekê, Çuxurê û hin gundên din bi zorê ji gundên wan derxistin.
Li gorî agahiyên Kalo, ji ber wê jî ew malbatên kurd berê xwe dan parêzgeha Reqayê û bajarê Munbicê li parêzgeha Helebê.
Rudaw
