• Monday, 16 February 2026
logo

Şehristanî: Dahata Petrola Kerkûk û Kuridstanê 13 milyar dolar e

Gulan Media December 7, 2014 Nûçe
Şehristanî: Dahata Petrola Kerkûk û Kuridstanê 13 milyar dolar e

Berpisekî Iraqê aşker kir ku, dahata petrola Herêma Kuridstanê û ya Kerkûkê dighêje 13 milyar dolar, ev jî biqasî ji sedî 17 ya pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya Iraqa fedral e.

Di vê derbarê de, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Iraqê Hisên Şehristanî di hevdîtineke televîzyonî de got:“ Petrola ku ji zeviyên petrolê yên Kerkûkê bo bazarên cîhanê tê şandin rojane 300 hezar bermîl e, ligel petrola ku ji Herêma Kurdistanê bo derve tê şandin ku, rojane 250 hezar bermîle, ligor nirxê niha yê petrolê di bazarên cîhanê de, qasê wê dahatê dighêje 13 milyar dolar, ev jî bi qasî ji sedî 17 ji butçeya Iraqê ye ku dike pişka Herêma Kurdistanê“.

Şehristanî da zanîn û got:“ Zêdekirina şandina Petrolê, dahata Iraqê zêdekiriye û ji ber wê yekî, qasê wê Petrola Iraqê ku di rojekê de bo bazarên cîhanê tê şandin dighêje 2 milyon û 750 hezar bermîl di rojekê de“.

Şehristanî axaftina xwe weha qedand:“ Herêma Kurdistanê di salên 2012-2013`an û 2 mehên destpêka îsal de, rêjeya butçeya Herêma Kurdistanê her ji sedî 17 bû, bê ku Herêma Kurdistanê yek bermîl Petrol bide Hikûmeta Iraqê“.

Basnews
Top