• Monday, 16 February 2026
logo

Malikî: Kurd sedema ketina Mûsilê bûn

Gulan Media December 7, 2014 Nûçe
Malikî: Kurd sedema ketina Mûsilê bûn
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di daxuyaniyekê de berpirsên kurd bi ketina Mûsilê tohmetbar dike û dibêje belge di destê wî de hene ku kurdan ferman li Artêşê kirine ku li Mûsilê şer nekin û paş vekişin.

Nûrî Malikî ku niha cîgirê yekem yê serokomarê Iraqê ye, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Menar a Hizbulaha libnanî de dibêje: “Kurdan ji artêşa Iraqê re gotin, DAIŞ nehatiye şer bi we re bike, lê belê hatine şerê Malikî û şîeyan bike.”

Malikî diyar dike ku belge di destê wî de hene li ser wê yekê û wiha dibêje: “Ew gotinên kurdan bûn sedem ku gurdana (tabûr) 3ê ji Mûsilê vekişe, lewma % 35-40 ji artêşê vekişiya û Mûsil ket destê DAIŞê de.”

Ev gotinên Malikî di demekê de ne ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya niha çend caran gotiye, pêş ketina Mûsilê bi çend mehan, berpirsên kurd Hikûmeta Iraqê bi ketina wî bajarî hişyar kiribûn, lê wan guh nedane wan gotinan.

Malikî dibêje, “Tişta ku li Mûsilê çê bû, planek bû, ku 2 salan kar jê re hatiye kirin.”

Nûrî Malikî wiha domand: “Pilana me hebû ku, eger DAIŞ êriş bike artêşa me jî şer bike, ji ber ku wê demê DAIŞê hêzek mezin neanîbû wir.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê dibêje: “Di rojên bê de ezê wan belgeyan belav bikin û diyar bikim ku, kê ferman da artêşê ku ji Mûsilê vekişe û kê amadekarî ji bo ketina Mûsilê kiribû.”

Mûsil yek ji bajarên herî mezin ên Iraqê ye, ku di havîna çû de, çekdarên DAIŞê bi temamî xistin destê xwe de.

Rudaw
Top