Pêşmergeya Rojhilatê Kurdistanê Nîgar Huseynî li Kerkûkê şehîd bû
Pêşmergeya Kurd Nîgar Huseynî berî du rojan li Kerkûkê şehîd bû. Li gor çavkaniyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî Nîqar li eniya Kerkûkê ji ber teqîne çend guleyên hawanê şehîd bûye.
Li gor heman çavkaniyan Nîqar Huseynî 20 salî û berpirsa Parastina Sengerê Jinên Pêşmerge yên ser bi PAK’ê bû li eniya Kerkûkê. Di vîdeoyeke berê de Nîgar Huseynî bi dengê xwe stranekê li ser şehîdbûnê û pêşmergebûnê dibêje.
