Rêya Kerkûk-Bexdayê ji nû ve hat vekirin
Piştî ku DAİŞ’ê di 10’ê hezîranê de Mûsil û herêma derdora Mûsilê dagir kir, rêya di navbera Kerkûk û Bexdayê de ji ber metirsiyê ji çûn û hatinê re hat girtin. DAİŞ’ê ji Silêmanbegê heta navçeya Ûzêm a ser Diyalayê rê ji çûn û hatinê re girtibû.
Di encama operasyonên berfireh ên ku artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi hev re dabûn destpêkirin, çekdarên DAİŞ’ê ji navçeya Silêmanbeg, Amirlî û Xurmatû hatin derxistin.
Rêya Kerkûk û Bexdadê jî ku sê meh bûn ku ji ber êrîşên DAİŞ’ê hatibû girtin ji çûnûhatinê re ji nû ve hat vekirin. Berpirsê Alîkariya Lojîstîk yê navçeya Silêmanbeg Seyît Elî Matrûhî ji AA’yê re got ku êdî İraqî dikarin bi awayekî ewle rêya Kerkûk-Bexdayê bikarbînin. Herwiha Matrûhî ragehand ku mayinên DAİŞ’ê li ser rê danîbûn hatine derxistin.
Şofêrê teksiyê Sabah Kamîl jî da zanîn ku êdî bi rihetî ji Kerkûkê diçin Bexdayê û got: ‘‘Berê di nav 4 saetan de em diçûn Bexdayê û dihatin. Ji ber ku rê hatibû girtin, çûn û hatina me 15 saetan dikşand. Ev hem ji bo me hem jî bo rêwiyên me zehmet û bimesref bû.
Basnews
