Tirkiye: Divê çekên ku ji Iraqê re tên şandin nekevin destê PKKê
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu anî ziman ku Tirkiye ji ber şandina çekan bo wan hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin, dilgiran e û Enqereyê fikarin xwe ji aliyên têkidar re jî gotiye.
Çavûşoglu bal kişand ser bingehên mezhebî yên artêşa Iraqê û wiha got: “Ew çekên ku dişînin Iraqê îhtimala wê heye neyên çavdêrîkirin û bikevin destê rêxistinên terorîstî. Lê divê ev çek nekevin destê PKKê û rêxistinên terorîstî. Me hestiyariya xwe di vê mijarê de aniye ziman.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku divê yekbûna sînor û xaka Iraqê were parastin û dewlemendiyên binerd û sererdê ên Iraqê ji hemû gelên Iraqê re bên parvekirin û hemû jê sûdê bibînin û ti kes li derveyî Destûra Iraqê de nemîne.
Tê zanîn, gellek welatên rojavayî mîna Amerîka, Almanya, Fransa û hinek welatên din ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Iraqê re çekan dişînin ji bo di şerê li dijî DAIŞê de bikar bînin.
Heta niha helwesta Tirkyeyê ya li hember DAIŞê bi awayekê zelal nehatiye dîtin ev yek jî bûye sedema hinek gumanan li ser “hebûna têkiliyên Tirkiye û DAIŞê”.
Rudaw
