’’Divê cîhan zêdetir alîkariya Kurdistanê bike’’
Berpirsê Karûbarê Sivîl ê Hêzên Amerîka li Kurdistanê û Başûrê İraqê di dema rûxandina Sedam de Colonel Harry Shot, di gotarekê de ku di rojnameya Stars and Stripes de hatiye belavkirin, behsa girîngiya Kurdistanê dike ku divê Amerîka piştgiriya Kurdan bike.
Harry Shot ku 10 sal dibe ligel keçeke xelkê Koyê zewiciye, di gotara xwe de wiha dibêje: ‘’Ji bo çi divê Amerîka piştîvaniya Herêma Kurdistanê bike? Bi kurtî ji ber wêya ku yekem beşê İraqê ye di hundirê 8 salan de serkeftin bidest xistiye ku Amerîka dixwest hemû İraq wiha be, ev serkeftina han jî aştî û aramî ye.’‘
Shot got: ‘’Kurdên İraqê hemû tiştek dan ber çavê xwe û bi hevkariya Amerîka serkeftin bidest xistin di demekê de ku hemû İraq di jêr agir de bû. Kurdistan axa lêborînê ye, tejî kêmneteweyên olî û neteweyî ye.’‘
Navbirî ku niha şêwirmendê asayîşa hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di gotara xwe de wiha dibêje: ‘’Eger Kurdistan rûbirûyê gefan bibe, wê demê gef e bo girîngtirîn navçeya sekolar, demokrat û alîkarê Ameeîkayê li Rojhilata Navîn. Ji bo berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê wiha baştir e ku garantiyê bide Kurdan daku rewşa wan têk neçe.’‘
Shot wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘’Bila em zelal bin, hikûmeta Herêma Kurdistanê qet daxwaza yek leşkerê Amerîka jî nekiriye, daku bi wan re şerê DAİŞ’ê bikin, ew bi xwe amade ne bi tenê bi tena serê xwe bikin, lê daxwaza çekên modern, perwerde û piştîvaniya esmanî dikin.’‘
Harry Shot, bi çend xalan qala pêngavên stratejîk dike ku divê Amerîka biavêje, ew xal jî wiha ne:
- Qutkirina alîkariyê bo Dewleta Îslamî.
- Nehiştina zêdetir a xelkê bo nav DAİŞ’ê, bi taybetî li Rojava.
- Asankarî bo damezrandina hikûmeta nû ya İraqê bi beşdarbûna Sune û Şîeyan.
- Alîkarîkirina Suneyan daku dest ji hevkarîkirina DAİŞ’ê berdin.
- Alîkarîkirina İraqî û Sûriyan di şerê DAİŞ’ê de.
Basnews
