Rûsya gefan li Yekîtiya Ewropa dixwe
Roja, 5ê Tebaxî, balyozên her 28 welatên endam di YE de li paytexta Belcîkayê, Brukselê civiyan û çend cezayên darayî yên nû derheqê Rûsyayê de sepandin, bi sedema destêwerdana wê di serweriya Ukraynayê de, wek ku di daxuyaniya YE de hatiye.
Di hember pejirandina van cezayan ji aliyê YE de, Wezareat Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Eger hat û YE ev cezayên nû sepandin, bîguman dê reakson ji aliyê me hebe. lê wezaretê diyar nekir dê reaksona wê bi çi awayî ya di çi derbarê de be.
Ew cezayên nû yên ku balyozê YE pejirandine ji: Tedbîrên tund di warê dirav, bergirî û kelûpelên ku ji bo mebestên sivîl û leşkerî û tenkonljî yên hestiyar, pêk tên.
Ligor ajansa Retuersê, navê 24 kesayetiyên rûsî jî di wê lîsteya cezayên YE de hatiye nicvîsanin ku, êdî ew nikarin derbarî welatên YE bibin û pereyên wan jî di bankên YE dê werin ragirtin.
Biryare ew cezayên nû roja Duşema bê, 8ê Îlûnê, têkevin warê cîbicîkirinê de.
Basnews
