• Sunday, 15 February 2026
logo

Şêwirmendên leşkerî yên Kanadayê dê Hêzên Pêşmerge perwerde bikin

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Şêwirmendên leşkerî yên Kanadayê dê Hêzên Pêşmerge perwerde bikin
WelatêKanadayê dê hejmarek şêwirmendên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge yên ku şerê DAIŞê dikin, perwerde bikin.

Berdevkê Serokwezîrê Kanadayê Jason MacDonald di daxuyaniyekê de ragehand ku Hikûmeta Kanadayê dê hejmarek şêwirmendên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge yên ku şerê DAIŞê dikin, perwerde bikin.

MacDonald diyar kir ku ew şêwirmendên leşkerî tenê dê ji perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berpirsyar in, tevlî şer û pevçûnan nab in.

Di daxuyaniyê de hatiye ku dibe hejmara wan şêwirmendên leşkerî di navbera 50 û 100’î de be, bê ku dema şandina wan bide xuyakirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 150 ji şêwirmendên leşkerî ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge li Kurdistanê şandine.

Li aliyekî dî, duh Balyozê Kanadayê yê Iraqê Bruno Sakomanee ligel Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de behsa hewlên navdewletî bo jinavbirina çekdarên DAIŞê kir û Serokwezîr pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê bi însiyatîva Amerîkayê ji aliyê welatên endam di NATO yê de hatiyer avakirin, kir.

Rudaw
Top