Hoşyar Zêbarî: Em piştgîriya pilana Obama dikin
Hoşyar Zêbarî, Wezîrê Derve yê Iraqê di daxuyaniyekê de got: “Pilana Serokê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) ya taybet bi pêkanîna hevpeymaniyekê navdewletî bihêz bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞê wek peyameke piştevaniyê pir bi hêze bo Iraqê li dijî çekdarên terorîstan, em jî piştgîriyê li wê pilana Serok Barack Obama dikin.”
Herwiha Zêbarî got: “Gellek caran Iraqê daxwaz ji welatên hevpeymaniyên xwe û civaka Navdewletî kiriye ku hevkariya wê bikin li dijî DAIŞê, ji ber ku ew girupên terorîst tenê metirsiya wan tenê li ser xelkên Iraqê nîne, lê belê metirsîne heta li ser asayişa Ewropa û Amerîka û welatên endamê NATOyê jî.”
Rudaw
