• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîrê berê yê Fransayê pêşniyara konferenseke navdewletî dike

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Serokwezîrê berê yê Fransayê pêşniyara konferenseke navdewletî dike
Serokwezîrê berê yê Fransayê di serdaneke xwe de bo Hewlêrê daxwaza sazkirina konferenseke navdewletî bo wan dewletan yên alîkarî û hevkariyan didin Îraq û herêma Kurdistanê ji bona bikaribe rûbirûyê kirîza însaniya rastî herêma Kurdistanê hatiye bibe, kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bona serkeftina wê konferensê rola xwe bilîz in.

Li bajarê Hewlêrê, Franswa Fîyon serokwezîrê berê yê Fransayê di preskonferensekê de ku, hijmareke parlamenterên parlamentoya Fransayê jî pê re bûn, got ku, ew piştevaniya helwesta hikûmeta welatê xwe biçekdarkirina hêzên pêşmerge ji bo berhingarbûna terorîstên rêxistina Dewleta Îssamî ku, bi DAÎŞ tê naskirin, dike.

Fîyon daxwaz ji dewletên herêmî û civaka navdewletî kir ku, destê alîkariyê bo herêma Kurdistanê dirêj bikin ji ber ku, rêxistina terorîstiya DAÎŞ ji bo ser hemû cîhanê, ne bi tenê ji bo herêma Kurdistanê, metirsîye. Wî dilgiraniya xwe li hember wê yekê nîşan da ku, bi sedan hevwelatiyên fransayî di nav rêxistinêna terorîstî de hene.

Serokwezîrê berê yê Fransayê daxwaz ji kompaniya û dêrên Fransayê kir ku alîkariya mesîhîyên koçberî herêman Kurdistanê bûne bikin û di heman demê de daxwaz ji mesîhîyên îraqî kir ku, ji welatê xwe dernekevin. Wî pesna rola hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê alîkarîkirina koçberna de kir û got: ”Li hemebr wê piştevanî û alîkarîya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşîm koçberan kiriye mirov ecêbmayî dimîne.”

Çek bi awayekî taste-rast bigehe pêşmerge

Di preskonferensê de, serokwezîrê berê yê Fransayê daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir ku, di warê leşkerî de zêdetir alîkariya herêma Kurdiustanê bike û bi awayekî dîrekt çek û cebilxane bi pêşmerge bide”rewş wê yekê dixwaze ku bê texîrbûn baştirîn cure çek bigehe Kurdistanê”

Fîyon, herwesa, di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya La Figaro, got ku, divê bersiveke bihêz ji terorîstan re bê dan û ew li tixûbên Kurdistanê bên rawesandin, eger ne wesabe dê şerê terorê bigeke Stenbul, Frankfort, Parîs û Londonê jî. Wî pêşniyara pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî kir ku, wê hevpeymaniyê mafê encamdna êrîşên bejeyî jî hebe,

Top