• Sunday, 15 February 2026
logo

Kabîneya Davûtoglu ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Kabîneya Davûtoglu ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin
62emîn hikûmeta Tirkiyeyê ya ku bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Konyayê Ahmet Davûtoglu hatibû avakirin, ji parlamentoya wî welatî dengê baweriyê wergirt.

Di civîna îro ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, hikûmeta nû ku bi serokatiya Serokwezîrê nû Ahmed Davûtoglu hatibû avakirin, bi wergirtina 306 dengan ji koma 439 dengan hat pesendkirin.

Piştî dengdanê, Serokwezîr Davûtoglu axaftinek kir û wiha got: “Em ber çavên we û milletê me yê hêja soz didin ku bi hêza ku me ji we wergirt emê şev û roj kar bikin. Ti hêzek dê nekaribe vê îradeya hikûmeta me bişkêne…”

Rudaw
Top