• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge pir nêzîkî Başîkê bûne lê li benda fermanê ne

Gulan Media September 6, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge pir nêzîkî Başîkê bûne lê li benda fermanê ne
Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê nêzîkî nahiyeya Başîkê ya Mûsilê bûne û li benda fermanê ne da ku êrişî çekedarên DAIŞê yên li nav wî bajarokî bikin.

Alîkarê Odeya Operasyonan li eniya Başîkê, Ebdullah Mela Osman ji Rûdawê re got, me duh êrişî çiyayê Zertikê kir û çiya û 4 gundên wê deverên ketin bin kontrola hêzên Pêşmerge.

Mela Osman li ser zirarr û ziyanên hêzên Pêşmerge jî got, duh êvarê çekdarên DAIŞê êrişî me kirin û dixwestin wan deverên ku me ji wan standine dîsa ji me bistînin lê me bi tundî bersiva wan da. Di wî şerî de çend pêşmerge şehîd û hinek jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan wî fermandeyê pêşmerge, di şerê han de 50 çekdar hatin kuştin ku cenazeyên 17 kuştiyên wan li ser çiyayê Zertikê ma lê hîştin û reviyan.

Ebdulla Mela Osman da zanîn, DAIŞê niha hêzeke mezin aniye Başîkê çimkî dizanîn vê carê hêzên Pêşmerge dê ji bona standina Başîkê êrişî wan bikin.

Osman eşkere kir ku ji Bertele heta Xazir di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye her wiha heta durêyana Başîkê jî ti tirsek nameye û hatiye kontrolkirin, du aliyên Başîkê jî di destê Pêşmergeyan de ye.

Wî pêşmergeyî got, em niha li benda ferman ne eger ferman bê dayîn emê êrişî Başîkê bikin. Em pir nêzîkî Başîkê bûne.

Rudaw
Top