Yekemîn karwana hevkariyên Almanya digehêje Hewelêrê
Tê payîn îşev yekem karwana hevkariyên leşkerî yên Almanyayê bigehêje Hewlêrê.
Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan yên Almanî belav kirin ku dohê bişev ev balefira ku yekemîn karwana hevkariyên leşkerî yên Almanyayê bo Kurdistanê wediguhêze, ji Almanyayê ber bi Bexdayê ve birê ketiye.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku ev balefira han gehêştiye Bexda û piştî kontrol kirina karwana hevkariyan vê ev balefira han şevêdin bigehêje Hewlêrê.
Çapemeniya Almanya eşkere dike ku ew karwana han pêk hatiye ji 10 hezar parçe amûrên leşkerî û tê payîn di rojên pêş de sê karwanên din çek û cebelxane jî ji Kurdistanê re were şandin.
