Kameron: Em gotûbêjê li ser çekdarkirin û perwerdekirina Pêşmerge dikin
Davîd Kameron ji televîzyona “I TV” re ragihand: “Em amade ne ku alîkariyek zêdetir pêşkêş bikin, em niha bi awayekî cidî dayîna çekan bo hêzên Kurdî û perwerde kirina wan gotûbêj dikin. Roleke me li wê deverê heye û em dikarin alîkariyek bêtir bikin.”
Heta niha Berîtanya di warê mirovî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike, tevî karê çavdêriyê û gihandina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge.
Davîd Kameron, wiha jî domand: “Rêxistina DAIŞê bi awayekî rasterast metirsiye li ser Brîtaniyayê jî, divê ev alozî bilez bê çareser kirin.”
Serokwezîrê Brîtanyayê got: “NATOyê dê roleke mezin bibîne di ewlekariya navdewletî de, dê ligel dijbereya Sûriyê têkel be li dijî terorê.”
