Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Kanada kir
Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Kanada xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê nîşanda û ragihand ku gelê Kanada û Hikûmet û aliyên rikeberên welatê wan li şerê dijî terorê da amadene palpişt û hevkarê Kurdistanê bin û eve jî xisterû ku li şerê terorîstan da li gel we û şanbişana we dibîn ku hun serbikevin û welatekî giştgîr û azad û aram û aştîxwaz ava bikin. Wezîrê Derveyê Kanada balkişand li ser wê yekê ku welatê wan û cîhana azad bi tu awayekî dirindeyiya terorîstan qebul nakin û nîgeraniya xwe jî li ser wan êrîşên ku li ser pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê nîşanda ku bi taybetî wan cîhên ku cihê hêviya hemû aliyeke. Wezîrê Derveyê Kanada balkişand li ser navdewletîbûna tehdîda terorê û şerkirina li dijî terorê bi erkekî hemû aliyan zanî.
Şanda li gel Wezîrê Derveyê Kanada destxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ji bo hewandin û parastina wan hemwelatiyên ku xwe spartine Kurdistanê û spasiya qehremanetiya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku rê li geşbûn û pêşrewiya terorîstan kiriye û her wiha serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û ji bo wan Pêşmergeyên li bereyên ceng de bûne qurbanî û şehîd bûne hevxemiya xwe jî derbirî.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Kanada û şanda li gel kir û ragihand ew serdan peyamekî bi hêza gelê Kanadaye ji bo xelkê me ku li vê şerê da Kurdistan li ser rêya raste û ne tenê ye û spasiya Hikûmet û gelê Kanada û cîhana azad kir ku palpiştê gelê Kurdistanê ne li şerê terorîstan da. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziyê ye Pêşmerge û gelê Kurdistanê li şûna cîhana azad û ji bo parastina bihayên miroviyan şerê terorîstan dike.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê xisterû ku li jêr abluqeya deh salî û bi wê îmkaniyata mutewazeya li destê Pêşmerge daye Pêşmerge bi îradeya xwe karî rê li pêşrewiya dewletekî pir çekê terorîstî bigre û niha li bereyên şer destpêşxerî li destê Pêşmergeye û hêza serekiyên Da'îş jî gurzekî karîgerî li ber wan ketiye. Serok Barzanî eve jî ragihand ku bi yarmetiya dostan û cîhana azad Pêşmerge li şer kirin û têkşikandina terorîstan de berdewam dibê.
Serok Barzanî eve jî ji bo şanda mîhvan şîrove kir ku asta karesat û hejmara koçberan ewqas bilinde ku li şiyanên Herêma Kurdistanê derbas kiriye û bi tenê bi sedema hebûna koçberan li nav xwendingehan girift ji bo proseya xwendina xwendingehan dirust bûye. Peywîst bi çareseriya kêşeyên koçberan Serok Barzanî ragihand ku çareseriya serekî eweye bikarîn koçberan vegerînîn cîh û warên wan û ew bêne parastin.
Proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
