Bolgariya hevkariya Kurdistanê dike
Hikûmeta Bolgariyayê biryar da di warê leşkerî de hevkariya Kurdistanê bike.
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Bolgariyayê ragehand ku vê bolgariya beşek ji pêdiviyên leşkerî yên hikûmeta Kurdistanê dabîn bike.
Wezîrê derve yê Bolgariyayê Daniel Metov ragehand ku terorîstên DIŞIê bi tenê ne metirsîne bo ser Rojhilata Navîn belku metirsiyeke mezinin bo ser tevahiya cîhanê.
Metov herwiha eşkere kir ku Bolgariya jî weke welatên din yên Ewrupayê dest bi amadekarî bo gehandina hevkariyên leşkerî bo Îraq û Kurdistanê kiriye daku bikaribin baştir êrîşî terorîstên DIŞIê bikin.
