• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê Franseyê civiyan

Gulan Media September 2, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê Franseyê civiyan

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê Franseyê civiyan.

Duh Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Franseyê Francisco Filon û heyeteke pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Filon jiber afirandina derferta hevdîtinê spasiya Mesrûr Barzanî kir û dilgiraniya xwe ya li hember rewşa heyî diyar kir.

Li hember de jî Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî Mesrûr Barzanî bi gerimî bixêr hatina heta mêwan kir û spasiya helwesta hikûmeta Franseyê jî kir ku li dijî terorîstan hevkariya Kurdistanê kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî bi awayekî berfire behsa çawetiya derketin û bihêz bûn û herwiha êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser Kurdistan û komkujiya Şengalê kir.

Mesrûr Barzanî got: DIŞIê metirsiyeke gelek mezine bo ser tevahiya cîhanê jiber ku ti sînor û nirxek nas nake û niha hêzên pêşmerge di şûna cîhanê de şerê terorîstên DIŞIê dike lewre lazime bo serkeftina hêzên pêşmerge, çek ji wan re were şandin û çekên pêşkeftî ji pêşmerge re werin şandin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa ew astengiyan kir ku hikûmeta Malikî li berdem hevkariyên leşkerî çê dike û got: Bexda rê nade ew hevkariyên leşkerî ku ji aliyê welatên din ve ji Kurdistanê re tên şandin ji bo Kurdistanê werin weguhastin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa bandora ew hijmara zêde ya Penaberan li ser rewşa Kurdistanê û herwiha çawetiya wegerandina wan Penaberan jî hate kirin.

Pirsa pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê mijareke din ya vê hevdîtina han bû û Mesrûr Barzanî diyar kir ku niha di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de bawerî nemaye û lazime kêşeyên heyî di çarçoveya konfedralî de werin çareserkirin û lazime civaka navnetewî tekez li ser dubare kirina şaştiyên berê neke.

Top