Barzanî qanûna Referandûmê pesend kir
Şêwirmendê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher, di daxuyaniyekê de ragihand, Barzanî qanûna jimare 4 a Komîsyona Hilbijartinan û referandûmê her wiha qanûna jimare 5 a bûdceyê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pejirand.
Cewher da zanîn, ew qanûn roja 31ê Tebaxa îsal ji aliyê Barzanî ve hatine îmzekirin.
Tariq Cewher diyar kir ku piştî ku ew qanûn di di rojnameya fermî de hatin belavkirin dê bikevin piratîkê.
Rudaw
