• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmerge û artêşa Iraqê bajaroka Yengîce girtin

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Pêşmerge û artêşa Iraqê bajaroka Yengîce girtin
Hate ragihandin ku, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê duh bajaroka Yengîce ku dikeve başûrê rojavayê navçeya Xurmatû ji dagirkariya DAIŞê derxistin.

Êrişa pêşmerge û artêşa Iraqê demjimêr 6:30ê êvarê dest pê kir. Çavkaniyekî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, di encama êrişê de endamên DAIŞê gelek termên xwe û nêzîkî 20 otomobîlên serbazî li paş xwe hîştine û revîne. Heman çavkaniyê got, Yengîce niha dibin kontrola hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ye.

Li aliyê dîtir, ev sê roj in li Zûmarê şer dijî çekdarên DAIŞê didome. Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji eniyên şer deqîqe bi deqîqe operasyonê dişopîne û zanyariyên digihîne. Hêvîdar radigihîne ku Pêşmergeyan li DAIŞê daye û heta niha ji 70 zêdetir endamên wê kuştine.

Rudaw
Top