Burkay: Çareseriya pirsa kurdî sîstema federal e
Burkayê bi mebesta 1ê îlonê Roja Aştî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Burkay got, îro li cîhanê aştî nîne û rojhilata navîn jî dişewite û destnîşan kir ku ev şewat gihîştiye Herêma Kurdistanê jî.
Serokê Hak-Parê got, li gel ku li Tirkiyeyê pêvajoya “aştî û çareserî” didome, bo pirsa kurdî çareseriyeke dadwerane û mayînde nehatiye dîtin û divê gavên wêrek û bingehîn bên avêtin.
Burkay wiha dom kir; “Tenê bo kurdan, bi naskirina mafê wekhevî pirsa kurdî çareser dibe û sîstema federal rêya vê çêdike.”
Di daxuyaniya nivîskî de, Serokê Hak-Parê bang li hemû aştîxwazan û demokratan kir ku dest bidin hev û wiha berdewam kir:
“Carinan, bo azadî û aştî, mirov neçar dimîne hemberî zaliman çek li dest şer bike. Lê serkeftina bingehîn xwestina aştî û azadiyê ye û li dûv zordestên ku bi şer dijîn neçûn e. Ger girseyên zana dest bidin hev wê demê aştî û azadiya rasteqîn tê. Bo cîhaneke bê şer, azad û aştîxwaz, destê xwe bidin hev.”
Rudaw
