• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Parastina Amerîkayê, Hagel serdana Tirkiyeyê dike

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Wezîrê Parastina Amerîkayê, Hagel serdana Tirkiyeyê dike
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Wezîrê Parastinê Chuck Hagel dê di demek nêzîk de serdana Tirkiyeyê bike.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel dê beşdarî civîna NATO ya ku rojên 4-5 Îlona îsal li Gallerê tê lidarxistin, bibe û paşê serdana Gurcistan û Tirkiyeyê bike.

John Kirby da zanîn ku ev cara yekemîn Hagel wek Wezîrê Parastinê serdana Tirkiyeyê dike û wiha got: “Tirkiye endamekî serekî yê NATOyê ye. Dema mirov sînorê Tirkiyeyê bi Sûriye û Iraqê re tîne ber çavên xwe mirov dibîne ku Tirkiye gefa DAIŞê li ser herêmê fêm dike û fikarên me dibîne.”

Kirby anî ziman ku serdana Wezîr Hagel bo Tirkiyeyê gaveke hestiyar ji bo paşxistina têkiliyên her du welatan e.

Serdana Chuck Hagel bo Tirkiyeyê di demekî de tê kirin ku Fermandeyê Giştî yê Artêşa Amerîkayê Martîn Dempsey gotibû, Amerîka di wê baweriyê de ku Tirkiye, Urdun û Erebistana Siûdî di tinekirina DAIŞê de dê alîkariya Washingtonê bikin.

Rudaw
Top