Çirayên Xwestekê ji bo Aştiyê hatin firandin!
Di forûmê de, kesên ku axivîn li ser gengeşiya Rojhilata Navîn sekinin û bi piranî bal kişandin ser êrîşên DAİŞ’ê li ser Şangal û Rojava. Di axaftinan de hat gotin ku ‘çeteyên DAÎŞ’ê îro ne tenê êrîşê dibin ser Şengal lê êrîşê dibin ser tevahiya axa Kurdan’.
Herwiha axaftvanan êrîşên çekdarên DAÎŞ’ê wek hovane binavkirin û gotin ku ew van êrîşan li dijî mirovatiyê dibînin û riswa dikin. Herweha, berxwedana li dijî van êrîşan jî hat silav kirin, piştgiriya van berxwadanan û alikarî ji bo kesên koçber hat xwestin.
Di axaftinan de, li ser aştiyê û ‘pêvajoya çareserî’yê jî bal hat kişandin û hat gotin ku ji bo aştiyê divê herkes bixebite, piştgiriyê û alikariyê bike. Di axaftinan de, herwiha, banga beşdarbûna çalakiya 1-ê Îlonê, roja aştiyê, hat kirin.
Piştî axaftinan, kesên ku beşdarî çalakiyên bûbûn, ‘çirayên xwestekê’ ji bo aştiyê pêxistin û ji bircên Diyarbekir firandin.
Basnews
