• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokomarê Iraqê: Pêkanîna hikûmeta nû nêzîk bûye

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Serokomarê Iraqê: Pêkanîna hikûmeta nû nêzîk bûye
Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm ragihand ku danûstandinên bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêşketinên baş dîtine û ragihandina wê nêzîk bûye.

Di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Sky Newsê ya erebî de, Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm amaje bi wê yekê kir ku baweriyek li ba hemû aliyên siyasî heye ku pêwîst e hikûmeta nû zû were pêkanîn, yan na dê welat bikeve nav tevliheviyê.

Dr. Fuad Mehsûm tekez kir ku pêwîst e piştî pêkanîna hikûmetê hemû hewil bên dayîn bo jinavbirina DAIŞê.

Serokomarê Iraqê wiha axivî: “Baweriyeke mezin li ba tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê heye ku divê pêwendiyên welatê wan ligel welatên Erebî û navçeyê û cîhanê vegerin wek berê, ji ber ku gelekî zehmet e em tenê pişta xwe bi xwe girêdin di şerê li dijî van girupên terorîst de.”

Mehsûm herwiha tekez li ser pêwîstiya avakirina hevpeymaniyeke berfireh li dijî terorîstan li Iraqê kir, ji ber ku ew gefeke mezin in li ser ewlekariya herêmî û navdewletî.


Tê zanîn, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, siyasetmedarê iraqî yê şîe Heyder Ebadî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kiriye. Ebadî divê heta 11ê Îlona îsal kabîneya nû pêk bîne.

Rudaw
Top