• Friday, 15 May 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Milyonek û 400 hezar koçberên iraqî li Kurdistanê ne

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Milyonek û 400 hezar koçberên iraqî li Kurdistanê ne
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji destpêka sala 2014an ve heta niha herî kêm 850 hezar kes ji deverên cuda cuda yên Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne ku herî zêde li parêzgeha Dihokê hatine bicîhkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî (NY) di projeyek hevbeş de hemû aware û koçberên ku Başûrê Kurdistanê ne, hesibandin.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, milyonek û 800 hezar kes di nav Iraqê de aware bûne ku zêdetirî 600 hezar kesî tenê di meha Tebaxa îsal de neçar mane ji ber şer û pevçûnan dest ji mal û warê xwe berdin.

Li gorî daxuyaniya Herêma Kurdistanê, awareyên iraqî li zêdetirî 1000 deverên Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin.

Bi giştî niha li Herêma Kurdistanê derdora milyonek û 400 hezar awareyên iraqî hene ji ber ku 325 hezar kes jî beriya sala 2014an berê xw dabûn Kurdistanê.

Li gorî hikûmetê ev jî dibe sedema bargiraniyê li ser gelê û hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Aware û koçberên ku li Başûr dimînin herî zêde li parêzgeha Dihokê ne, ji ber ku nêzîkî nîv mîlyon koçer li wê parêzgehê hene û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin, derman, cih û Parastinê heye.

Tenê di meha Tebaxê de %89ê koçberan berê xwe dan Dihokê.

Wezareta Pilandanînê ragihandiye, ev hejmara û amar ne amarên bi temamî rast in ji ber ku ji ber zêdebûna koçber û awareyan serjimêrî rasteqîne çênabe lewma dê di heyama çend mehên bê de bi alîkariya NY serjimêriyek rasteqîne li ser koçberan bikin.

Wezîrê Pilandanînê Dr. Elî Sindî jî got, ev serjimêrî gava yekemîn e bo dabînkirina pêdiviyên seretayî ji bo wan kesên ku di rewşek xirab de dijîn. Di nav çend hefteyên bê de stratejiya me dê eşkere bibe lê birastî karekî zehmet e. Emê ji niha dest bi çêkirina kampan bikin.

Alîkarê Organîzatorê Karûbaêrn Mirovî yê NY li Iraqê Kavin Kenedî jî li ser vê yekê got, helbet ev erkek zehmet e lê NY û saziyên sivîl ên navdewletî dê heta dawiyê bi hewara koçberan herin. Heta niha bi hezaran ton alîkarî hatine şandin û bi sedan karmendên NY derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Kavin Kenedî diyar kir, pêşkêşkirina alîkariyan li Iraqê karekî hêsan nîne ji ber ku rewşa ewlehiyê aloz e lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî bêwêne alîkariya me kir û ji nêzîk ve serperestiya vê yekê kir. Ev rewş mîna koçberiya sala 1991an e ji be wê jî divê hemû aliyek xwe tevlî vê yekê bikin.


Rêje û hejmara dabeşbûna koçber û awareyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê:

Dihok: 543 hezar û 384-%64
Hewlêr: 170 hezar û 544-%20
Silêmanî: 136 hezar û 920-%16

Rudaw
Top