Çar gundên din ji DAİŞ’ê hatin paqijkirin
Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Îro Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn gundên Engîce, Selam, Hebeş û Hese Delo yên sînorê qezaya Xurmatû ji çekdarên DAİŞ’ê paqij bikin û gelek termên çekdaran jî bicîh mane.’‘
Hat zanîn ku Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên giran ligel Hêza Bedir û piştgiriya balefirên şer ên İraqê ber bi nehya Silêman Beg ve diçin. Ji aliyekî din ve jî tê gotin ku Hêza Bedir û artêşa İraqê hewl didin bighin nehya Amirlî ku zêdeyî 80 roj dibe ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin.
Basnews
