Naveroka peyama Kurdistanê bo Ewropayê eşkere bû
Bi mebesta agahdarkirina welatên Ewropî û berpirsên rêxistinên navdewletî derbarê rewşa siyasî û ewlekariya Kurdistan û İraqê de, li ser vexwendina çend welatên Ewropî, şandeke payebilind a Wezareta Pêşmerge dê ligel wezaretên berevanî û navxwe yên wan welatan bicive.
Di daxwiyaniyekê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Li ser planeke piralî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, bi mebesta agahdarkirina welatên Ewropî û berpirsên rêxistinên navdewletî derbarê rewşa siyasî û ewlekariya Kurdistan, İraq û navçeyê de, li ser vexwendina fermî ya çend welatên Ewropî, şandeke payebilind a Wezareta Pêşmerge ku ji General Şîrwan Ebdûlrehman Elî, General Cebar Yawer û General Hejar pêk tê li welatê Fînlanda ne.’‘
Daxwiyanî wiha berdewam dike: ‘’Ji bilî civina ligel Parlamentoya Fînlandayê General Cebar Yawer ku berdevkê fermi ye Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê ye dê semînerek li ser terorû metirsiya DAİŞ’ê li ser Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhane bi giştî pêşkêş bike û têde wê behsa pêşhatên dawî yên ewlekarî, leşkerî û rewşa wan navçeyan ku şer û pevçûn li wan berdewam in di navbera Pêşmerge û terorîstan de bike.’‘
Li gor daxwiyaniyê, di vê serdanê de wê şanda Kurdî peyama Herêma Kurdistanê bighîne civaka navdewletî û dê daxwaza çekên modern bo Hêzên Pêşmerge û Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê were kirin bo rûbirûbûna teror û terorîstan, herwiha agahdarkirina welatên Ewropayê derbarê gef û metirsiya DAİŞ’ê de li ser ewlekariya navçe û cîhanê.
Basnews
