Di şerê Zummar de 92 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Derbarê şer û pevçûnên doh de, Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li eniya Zummar Lîwa Cemal Mihemed ji BasNewsê re got: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê bombe di çendîn xanî, otomobîlan de bicîh kiribin, herwiha li ser rêya nav komelgeha Girvirê jî danîbûn, loma dema ji aliyê ekîbên pispor ve hatin paqijkirin çend teqîn çêbûn.’‘
Lîwa Cemal wiha axifî: ‘’Di şerê doh ê Hêzên Pêşmerge de li eniya Zummar zêdeyî 92 termên çekdarên DAİŞ’ê bicîh mane, herwiha 160 çekdar jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyên Komarî û Selam ên Mûsilê hatine veguhestin, birînên gelekan ji wan jî dijwar in.’‘
Lîwan Cemal da zanîn ku li hemû eniyên şer Pêşmergeyên Kurdistanê derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê didin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Moralê çekdarên DAİŞ’ê bûye sifir, nema dikarin berevaniyê bikin û direvin.’‘ Lê Lîwa Cemal derbarê qurbaniyên Pêşmergeyan de tu agahî nedan.
Basnews
