Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya niha ya Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku terorîstan bûne tehdîdek li ser hemû mirovayetiyê û tu sînor û bihayek nanasin, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek ji bo nehiştina terorê hevkar bin.
Her wiha li hevdîtinê de behsa proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê kirin û her dû alî hevrebûn ku pêwîste kabîneya nû ya Hikûmetê li ser bingeha şeraketa rasteqîne bê û rêz li pêgeh û xwesta rewaya hemû pêkhatan bê girtin û proseya siyasiya Iraqê li gor destûrê bê rast kirin.
