• Sunday, 15 February 2026
logo

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge li ser “pêşmergeyên dîl”

Gulan Media August 30, 2014 Nûçe
Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge li ser “pêşmergeyên dîl”
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi tundî gef li DAIŞê xwar û ragihand, eger tiştek bi serê pêşmergeyên ku dîl ketine destê wan, were dê DAIŞ û “hevakarên wê” berdêlên giran bidin.

Ev çend roj in hinek wêne tên belavkirin û tên gotin ku wêneyên han wêneyên Pêşmergeyan e yên ku dîl ketine destê DAIŞê.

Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, hinek pêşmergeyên ku rêya xwe wenda kiribûn ketine destê DAIŞê hinek jî bi birîndarî ketine destê wê rêxistina terorîstî.

Di daxuyaniyê de gotin ku nêzîkbûnên kirêt bi wan pêşmergeyên qehreman re tê kirin lê ev karên DAIŞê nîşana tirsonekbûna wê rêxistinê û binpêkirina hemû nirxên ayînî û mirovî ye.

Di beşek din a daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em ji hamû hêz û aliyekî re dibêjin ku em her cure liv û tevgerên vê koma terorîst û hevkarên wê dişopînin. Ji ber wê jî eger tiştek bi ser wan Pêşmergeyan were DAIŞ û hevdestên wê dê berdêlên giran bidin.”

Rudaw
Top