Hêzên Pêşmerge li Zummar 5 gundên din kontrol kirin
Derbarê rewşa dawî ya navçeyê de, ji eniya Zummar serpêl Nazim Nafiz agahî dan medyayê û got: ‘’Îro berî nîvro Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê baş bipêş ketin, derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê dan û karîn 5 gundên din ji DAİŞ’ê paqij bikin.’‘
Serpêl Nazim Nafiz wiha axifî: ‘’Piştî derketina şer û pevçûnekê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de li nêzîk Eyn Zale, çekdarên DAİŞ’ê ber bi Mûsilê reviyan û nema karin berevaniyê jî li xwe bikin.’‘
Efserê Hêzên Pêşmerge da zanîn ku niha di nav gundê Eyn Ferec de ne û wiha pêde çû: ‘’ Pêşmergeyên Kurdistanê karîne projeya ava Eyn Zale û gundên derdora wê bikin.’‘ Nazim Nafiz diyar kir ku ligel çekdarên DAİŞ’ê agir berdane derdora Eyn Zale lê dîsan jî Pêşmerge ber bi pêş de diçin û çekdarên DAİŞ’ê jî paşde direvin.
Basnews
