• Sunday, 15 February 2026
logo

Obama: Emê berdewam dibin di şerê dijî DIŞIê de

Gulan Media August 29, 2014 Nûçe
Obama: Emê berdewam dibin di şerê dijî DIŞIê de
Serokê Amerîkayê dibêje Amerîka berdewam dibe li şerê dijî terorîstên DIŞIê de.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di presskonferansekî li Koşka Spî ragehand ku emê bi awayekî berfire wenêrînê bo rewşa Îraq û Sûriyayê dikin û operasiyonên xwe yên li dijî DIŞIê didomînin.

Obama tekez li ser vê yekê kir ku hata dawî bi terorîstên DIŞIê neyê û bi awayekî mayende neyên lawazkirin vê Amerîka şerê wan bike.

Obama di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Bo ku em bikaribin bi awayekî giştî terorîstên DIŞIê lawaz bikin niha hewl bo pêk anîna steratijiyeke herêmî li gel welatên hevpeyman yên li deverê de didin.

Obama di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rola hêzên pêşmerge kir û got: Hêzên pêşmerge li gel êrîşên asmanî yên balefirên Îraqê de karîne di gelek deveran de derbên dijwar li terorîstên DIŞIê bidin.

Rudaw
Top