• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge tenê 2 kîlometran dûrî Zûmarê ne

Gulan Media August 28, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge tenê 2 kîlometran dûrî Zûmarê ne
Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge îro danê sibê operasyoneke berfireh li devera Zûmarê ya Mûsilê li dijî DAIŞê li dar xistin û niha tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne.

Duh danê sibê hêzên Pêşmerge karîn çiyayê Betane li devera Zûmarê bigirin. Çiyayê Betane cihekî stratejîk e û bi ser Zûmar û Eyinzale de hakim e.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet, niha hêzên Pêşmerge tenê 2 kîlometran dûrî bajarokê Zûmarê ne.

Her wiha hat zanîn ku hêzên Pêşmerge îro danê sibê gundê Mehmûdiye yê girêdayî nahiyeya Rebîa ya Mûsilê jî xistine bin kontrola xwe.

Li gorî agahiyan, pêşveçûna hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê didome û pêşmerge bi temamî hakim e lê morala çekdarên DAIŞê pir lawaz bûye ji ber wê jî ew cihên ku berdidin mîn dikin.

Rudaw
Top