• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

Gulan Media August 28, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir
Êvariya do pênçşem 28.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mihemed Hacî Mehmud Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û serbaziya niha ya Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge hate nirxandin.

Her wiha nirxandina rewşa siyasî û emnî û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa penaberan û lêqewimiyan mijareke dinê hevdîtinê bû û bi girîngiyê ve behsa wê piştevaniya navdewletî hate kirin ku li ruyê siyasî û hevkariya serbazî û mirovî ve ji bo Kurdistanê pêkhatiye.

Top