Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima sûndxwarina Erdogan bû
Merasim li koçka Çankayayê hat saz kirin û Ebdula Gul serokomarê berê, serokomarê 11-emîn, wezîfeya serokomariyê teslîmî serkomarê nû, serokomarê 12-emîn, Receb Teyîb Erdogan kir.
Di merasimê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û hijmareke serok, serokwezîr, wezîr û diplomatkarê welatên biyanî beşdar bûn.
Di merasimê de, serokomarê nû Erdogan sûnda yasayî xwar û pişt re payvek pêşkeş kir. Di çarçoveya vê merasimê de serokwezîrê herêma Kurdistanê hevdîtin digel çend serok û serokwezîrên welatên cîhanê pêkanî.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê ku, li ser vexwandina hikûmeta Tirkiyeyê bi awayekî fermî serdana Enqereyê kiriye, digel mêvanan beşdarî merasima şîvxwarinê kir ku ji bo beşdar û mêvanên merasima sûndxwarina serokomarê nû yê Tirkiyeyê hatibû saz kir.
