• Sunday, 15 February 2026
logo

Çekdarên DAİŞ’ê ji derdora Mûsilê vedikişin

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Çekdarên DAİŞ’ê ji derdora Mûsilê vedikişin
Serkirdeyên DAİŞ’ê li Mûsilê mal û zarokên xwe dişînin Sûriyê û beşeke zêde ya hêzên xwe paşde vekişandine, bi awayekî tenê îro termê 50 kuştiyên xwe veguhestine nexweşxaneyên Mûsilê û cihê birîndaran jî nemaye.

Di vê derbarê de Berpirsê Ragehandina Liqa 14 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî ji BasNewsê re got: ‘’Li Mûsilê çekdarên DAİŞ’ê dest bi rev û vekişînê kirine, ji ber her îro Hêzên Pêşmerge û balefirên şer ên Amerîkayê li eniya deşta Mûsilê derbeyên dijwar li DAİŞ’ê dan û gelek çekdar hatin kuştin.’‘

Memûzînî wiha axifî: ‘’Tenê îro zêdeyî 50 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin û termê wan bo Mûsilê veguhestine, ji xeynî hejmareke zêde ya birîndaran û li gor agahiyên ku gehiştine me li nexweşxaneyên Mûsilê cihê birîndaran nemaye.’‘

Memûzînî da zanîn ku serkirdeyên DAİŞ’ê mal û zarokên xwe bo Sûriyê şandine û wiha pêde çû: ‘’Niha rewş bi tevahî di berjewendiya Hêzên Pêşmerge de ye û bidawîanîna DAİŞ’ê bi destê Pêşmergeyên Kurdistanê dibe. Herwiha nakokî ketiye navbera serkirdeyên DAİŞ’ê bi xwe jî, ji ber di dema êrîşan de nema dikarin berevaniyê bikin û her direvin.’‘

Basnews
Top