• Sunday, 15 February 2026
logo

PKK kuştina Tello Uçar li xwe girt

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
PKK kuştina Tello Uçar li xwe girt
PKK kuştina Tello Uçarê ku bi çekan li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê li xwe girt.

Tello Uçar 22yê Tebaxê li taxa Santralê li ber mala xwe rasta êrîşek bi çekan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Lêkolînên Polîsan ser mijarê hêj di dome, lê belê ajanseke nêzik PKKê ragihan ku PKKê bûyer li xwe girt.

Di daxuyaniya Fermadariya Navenda Qada HPG wiha hat gotin:

“22yê Tebaxê hêzen gerilayên me kontra ku Telo Uçarê li navenda Tatwanê bi çekan kuştine. Telo Uçar bûye sedem me gelek şehît dane û yek ji wan Şehît Mizgîne (Gurbet Aydin). Ev kontra ajan ji aliyên hêzen me yên herême ve hat kuştin.”

Rudaw
Top