• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Şêxên Hoza Şemer kir

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Şêxên Hoza Şemer kir
Duh çarşem 27.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêxên Hoz û Eşîreta Şemer û çend hozekî Erebî ya navçeya Rebî'e û deşta Nînowa kir.

Li hevdîtinê de kesayetî û Şêxên Hoza Şemer û çend hozekî din amadehiya xwe ji bo Serok Barzanî nîşan da bo ku bi giştî li ser terorîstên Da'îşê biçin û beşdariya şerê dijî terorîstên Da'îş bibin. Şanda mîhvan dûpata wê yekê kirin ku ew amadene çek hilbigrin û terorîstan ji navçeyê derbixin û dijî hemû hewlek jî radiwestin ku bixwazin pêkvejiyana Kurd û Ereb û pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê têk bide. Kesayetî û Şêxên Hoza Şemer û hozên Erebên devera Nînowa spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kirin ku li muamelekirina li gel penaber û koçberan edeb û rewşta bilind û resena dîrokiya xwe bikaraniye û bûne penageha lêqewimiyan. Her wiha ragihand ku nikarin destewestan bin ku mizgeft û cihên pîroz têk didin û Mesîhî û Kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstan bê çewsandin û rê nadin hêza şer û tarî li navçeyên desthilat li ber bigre.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî destxweşiyê li helwesta Şêxên wan hozan kir û balkişand li ser wê yekê ku şerefekî mezine gelê Kurdistanê şerê zulm û tarî û dirindaneya terorîstan dike û niha hevkêşe li berjewendiya hêzên Pêşmerge hatine guhertin û terorîst li rewşa têkdan û têkçûnê ne. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem li gel pêkvejiyan û tebayetî û birayetiyê bûye û xebata li dijî dagîrkerî û zulm da kiriye û li tu rewşek de wê yekê qebûl nekiriye biçê nava şerê neteweyî û eşîrî. Di derbarê derketina terorîstên Da'îş Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku siyaseta şaş ya Hikûmeta Bexda jîngehekî wiha dirust kir teror û Da'îş geş bibe. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku hêzên Pêşmerge heta têkşikandina tevahiya terorîstan ranawestin û li ser wan de serdikevin û wan şîretan jî da ku pêwîste ew kesên hevkarê terorîstan bûne bi tundtirîn awayî bêne siza kirin lê belê jiyana hemwelatiyan û ew xelkê peywendiya wan bi terorîstan re nebûye bêne parastin.
Top