• Sunday, 15 February 2026
logo

23 şervanên YPGê şehîd ketin

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
23 şervanên YPGê şehîd ketin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di şerê Cezhayê de 23 şervanên wan şehîd bûne.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, di civînek rojnamevanî de li bajarê Rimêlan ragihand ku li şerê navbera wan û DAIŞê li gundê Cezha yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve 23 şervana jiyana xwe ji dest dane.

Xelîl got, di beramber de bi sedan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku di nav wan de 3 fermandar hebûn.


Xelîl anî ziman ku DAIŞê li Cezhayê şer dike da ku hewl bide rêya navbera wê û Şingalê qut bike û got ku ewê li Cezhayê şer bidomînin heta DAIŞê jê derxin.


Ev zêdetirî hefteyekê ye şer navbera YPGê û DAIŞê li gundê Cezhayê didome.

Rudaw
Top