Li Hewlêrê hêzek bo rizgarkirina Mûsilê tê pêkanîn
Di vê derbarê de Endamê Encûmena Parêzgeha Nînewa Xelef Herîrî ji BasNewsê re got: ‘’Hefteya dahatû li bajarê Hewlêrê kongreyek bo rizgarkirina asayîşa Nînewa tê girêdan. Di kongreyê de Serokê Parlamentoya İraqê Selîm Cibûrî, nûnerên Nînewa yên li Parlamentoya İraqê û hejmarek efserên payebilind ên artêşa İraqê amade dibin.’‘
Herîrî tekez kir ku di kongreyê de biryara pêkanîna hêzeke ewlekariyê bo rizgarkirina bajarê Mûsilê tê standin û herwiha encûmeneke siyasî û leşkerî jî bo serpereştîkirina dosya ewlekariyê ya Nînewa tê pêkanîn.
Berî niha hatibû îdîakirin ku efser û fermandeyên xelkê Nînewa yên di nav artêşa İraqê de bi mercê îstîfakirina Parêzgarê Nînewa Esîl Nûcêfî, amadebûna xwe pêşan dane ku tevlî proseya rizgarkrina Mûsilê bibin.
Basnews
