• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hemû partiyên kurdan piştgirî didin hikûmeta nû ya Iraqê

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hemû partiyên kurdan piştgirî didin hikûmeta nû ya Iraqê
Nêçîrvan Barzanî, derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna sazkirina hikûmata nû ya Iraqê de hemfikr in, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bicih bîne.

Civîna navbera şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlementoya Kurdistanê vê êvarê bi dawî hat. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û got, hemû partiyên Kurdistanê di warê piştgirîdayîna hikûmeta nu ya Iraqê de xwedî yek fikrê ne, lê divê hikûmeta nû daxwazên kurdan bîne cih û bi taybet jî aloziya derbarê benda 140 a destûra Iraqê û budçeya Iraqê zelal bike.

Barzanî, hare wiha got, “Piştevaniyakî baş a navneteweyî li dijî DAIŞê bo Herêma Kurdistanê hebû. Ji ber kû êriş tenê ne bo Herêmê ye, di heman demê de ev êriş li hemû mirovahî hatiye kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev 8 meh in hikûmeta Iraqê budce û meaş li ser Herêma Kurdistanê birîne û ji ber vê jî di warê aborî de zehmetiyên mezin kişandine û domand, “Em bi xwe tenê nikarin debara koçber û penaberan bînin cih. Divê warê de em piştevaniya hê mezin ji raya giştî ya navneteweyî dixwazin.”

Li ser pirsa rojnamevanek jî Barzanî got, “Mijare bicihkirina benda 140 ya Destûra Iraqê bo me pir girîng e û ev yek di seriya nakokiyên herêmê de tê.”

Li gorî benda 140 ya Destûra Iraqê, hin deverên Kurdistanê wek deverên nakok hatine nîşandayîn û bi Herêma Kurdistanê ve nehatine girêdan. Li gorî bendê divê di demek kurt de li wan herêman raferandûm bê kirin û ew reş zelal bibe. Lê nêzîki deh salan e ku, pêwîstiyên vê bendê nayên bicihkirin.

Rudaw
Top