• Sunday, 15 February 2026
logo

AKP îro him serokê giştî him jî serokwezîrê nû hildibijêre

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
AKP îro him serokê giştî him jî serokwezîrê nû hildibijêre
Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dê îro yekemîn kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Di kongreyê de him serokê giştî yê partiyê him jî serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê tê hilbijartin.

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan bû serokomar, AKP ji bona hilbijartina serokê giştî yê partiyê û serokwezîrê nû neça ma kongreya awarte li dar bixe.

Di kongreyê de ku dê îro saet 10:00 bi dema Hewlêrê li paytext Enqereyê were lidarxistin de, Erdogan dê xatir ji partiya xwe bixwaze lê li şûna wî dê Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglu rûnê.

30 hezar kes ji bo kongreyê hatine vexwendin lê tê pêşbînîkirin ku derdora 40 hezar kes tevlî kongreyê bibin.

Derdora 900 rojnamevan dê kongreya awarte ya AKPê bişopînin.

Piştî ku Davûtoglu bû serokê giştî yê partiyê dê wek serokwezîrê nû jî dest bi avakirina hikûmeta nû bike.

Erdogan jî dê sibê li parlamentoyê sond bixwe û bi fermî kursiya serokomariyê ji Abdullah Gul bistîne.

Beriya niha alîkarê serokwezîr Bulent Arinç gotibû, hikûmeta nû dê heta 1ê Îlonê were avakirin.

Rudaw
Top