• Sunday, 15 February 2026
logo

Navçeyên erebnişîn ên Kerkûkê bûne pêgehên DAİŞ’ê

Gulan Media August 26, 2014 Nûçe
Navçeyên erebnişîn ên Kerkûkê bûne pêgehên DAİŞ’ê
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Cemal Mewlûd ragehand ku navçeyên erebnişîn ên Kerkûkê bûne pêgehên DAİŞ’ê û xwest zêdetir hewldan bên dayîn bo jinavbirina çekdarên DAİŞ’ê.

Di vê derbarê de Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ser bi pêkhateya Turkmenan Cemal Mewlûd ji BasNewsê re got: ‘’Navçeyên erebnişîn ên parêzgeha Kerkûkê bûne pêgeh û cihê xweveşartina çekdarên DAİŞ’ê. Loma divê em zêdetir hewldanên xwe bixin tevgerê bo jinavbirina wan çekdaran, ji ber eger çekdarên terorîst ji navçeyên erebnişîn neyên derxistin, wê demê kiryarên terorîstan li bajêr zêdetir dibin.’‘

Cemal Mewlûd wiha axifî: ‘’Hebûna hejmareke zêde ya çekdarên DAİŞ’ê li navçeyên erebnişîn ên Kerkûkê û milîşiyayên Şîe gef in bo ser kêmînieyên neteweyî bi taybetî jî pêkhateyên kerkûkê. Loma divê Turkmenên Kerkûkê ji gef, metirsiya DAİŞ û grûbên çekdar bên parastin.’‘

Hêjayê gotinê ye berî niha BasNewsê belav kiribû ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê, li sînorê Celewla her du eşîretên Ereb yên Kerûyî û Qeysî ligel DAİŞ’ê şerê Pêşmergeyan dikin.

Li sînorê Silêman Beg jî kevnebaasiyên ser bi El-Qaîde ji eşîretên Beyat-Ebû-Ferc û El-Hemdanî-Ebû Hebeş piştgiriya DAİŞ’ê dikin. Li Daquq, Taze û Reşadiye ev eşêretên han ligel DAİŞ’ê ne: El-Ezî, Ebû Mihemed, Ebû Ferec, Reyaş, Lihêb û El-Ubêdî.

Li sînorê Hewîce, nehyeyên Riyaz û Ebasî eşîretên Cibûr, Ebû Ferec, El-Ubêdî, Seyidên Ne’im, Îsawî, Ebû Esaf û Ebû Elî piştgiriya çekdarên DAİŞ’ê dikin. Li Dubiz jî, Lihêb, Hemdanî, Cibûr, û Ubêdî, li Mexmûr, Giwêr û Dîbege jî eşîretên Lihêb, Sebawî, Cibûr û Hemdanî ligel DAİŞ’ê ne û şerê Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Rudaw
Top