Li Amedê polîsek hat kuştin
Li gorî agahiyan, polîsê bi navê Osman Bal (42) ku li navçeya Sûrê ya Amedê erka xwe dikir, duh bi şev piştî ku bi hevalên xwe re li lîstika tîmên Fenerbahçe û Galatasarayê temaşe kirin, vegeriya mala xwe.
Lê Osman Bal di rê de rastî êrişa çekdarî hat û di cih de jiyana xwe ji des da.
Polîsê ku hat kuştin li bajarê Maraşê ji dayîk bibû û bavê sê zarokan bû, 11 sal bûn li Amedê polîstî dikir.
Rudaw
