• Sunday, 15 February 2026
logo

Kurdên Kakeyî li dijî DAİŞ’ê rahiştin çekan

Gulan Media August 26, 2014 Nûçe
Kurdên Kakeyî li dijî DAİŞ’ê rahiştin çekan
Piştî ku çekdarên DAİŞ’ê 5 gundên Kurdên Kakeyî li sînorê parêzgeha Mûsilê kontrol kirin û çend perestgeh û cihên wan ên pîroz teqandin, bi armanca şerê DAİŞ’ê 500 Kurdên Kakeyî rahiştin çekên xwe çûn nav rêzên Pêşmerge.

Hefteya borî çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) 4 perestgehên Kurdên Kakeyî li deşte Mûsilê teqandibûn. Piştî teqandina perestgeh û kontrolkirina çend gundên wan bi sedan Kakeyî neçar man mal û milkê xwe bicîh bihêlin û koçî bajarên Herêma Kurdistanê bikin.

Eyad Kakeyî ku serpereştyarê çekdarên Kurdên Kakeyî ye û di heman demê de hêzeke xwebexş û ji 500 kesan pêk tê, ji BasNewsê re got: ‘’Me 500 ciwanên Kakeyî xwebexş rahiştiye çekan û em dê mil bi milê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê şerê çekdarên DAİŞ’ê bikin.’‘

Eyad Kakeyî da zanîn 3 hezar malbatên Kakeyî ji deşta Mûsilê koçberê Hewlêrê bûne û wiha axifî: ‘’Niha jiyana hemûyan xirab e, ji ber cihekî ku lê bimînin nîne, loma niha ew malbat dixwazin her bi çi awayekî be vegerin ser mal û milkên xwe.’‘

Kakeyî tekez kir ku niha gelek navçe yên berê di destê DAİŞ’ê de ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatine kontrolkirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Lê belê heta niha 5 gundên Kakeyiyan nehatine kontrolkirin, loma me jî hêzeke xwebexş pêkaniye bo rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê û nêta me ew e ku em tola teqandina perestgeh û cihên xwe yên pîroz ji DAİŞ’ê bistînin.’‘

Basnews
Top