Kurd bêyî beşdarbûna NY’ê rêkeftinê ligel Bexdayê nakin
Divê Heyder Ebadî di hundirê 30 rojî de kabîneya xwe ya nû pêk bîne û nîvê wê demê jî derbas bûye, lê belê heta niha Kurd, Şîe û Suneyan li ser parvekirina wezaretan lihev nekiriye û tu aliyan jî namzetên xwe bo postên wezaretan diyar nekirine.
Niha şanda Kurdistanê ligel namzetê Şîeyan bo pêkanîna hikûmetê Heyder Ebadî di gotûbêjê de ye. Kurd ji xeynî ku pêdigirê li ser bernameyê kar ê hikûmeta Ebadî dikin, herwiha daxwaza garantiya navdewletî jî dikin daku ligel Bexdayê rêkeftinê îmze bikin, bi taybetî çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY).
Di vê derbarê de Endamê Şanda Danûstandinê ya Kurdistanê Zana Rosteyî ji BasNewsê re got: ‘’Me di civînên xwe yên Bexdayê de daxwaza garantiya navdewletî kir. Herwiha divê rêkeftinên bên kirin jî zelal bin. Ji ber berê gelek soz hatibûn dayîn û nehatin cîbicîhkirin, herwiha gelek binpêkirin jî çêbûn. Loma me daxwaza garantiya navdewletî kir.’‘
Rosteyî da zanîn ku Bexdayê li ser daxwazên Kurdan tu nermiyek pêşan nedaye û wiha axifî: ‘’Şanda Kurdistanê pêdagiriyê li ser cîbicîhkirina maddeyên destûrê dike, ku çendîn şal e hikûmeta Bexdayê pêbendê destûrê nebûye. Bi taybetî di meselya budce, navçeyên madeya 140 û çendîn pirsên din de wek meaş û çekên Pêşmerge ku divabû İraq li gor destûrê van pirsan çareser bike.’‘
Ji aliyê xwe ve Endamê Parlamentoya İraqê ser bi Fraksyona PDK’ê Erdelan Nûredîn ji BasNewsê re got: ‘’Eger nêta xirab hebe, wê demê garantiya navxweyî û navdewletî jî tê binpêkirin, loma divê aliyên İraqê baweriyê bidin Kurdan. Di heman demê de çênabe Kurd bi sozan razî bibin, ji ber eger heye ku bo pêkanîna hikûmetê soz bên dayîn û piştre neyên cîbicîh kirin. Wate divê vê carê Kurd bi hişyarî tevbigerin û li wê gorê gavan biavêjin.’‘
Erdelan Nûredîn diyar kir ku heta niha tu wezaret û wezîrek bo kabîneya nû nehatiye yekalîkirin û wiha pêde çû: ‘’Gotûbêj berdewam in. Ji ber hê wezaret nehatine yekalîkirin, wezîrên Kurd jî nehatine destnîşankirin.’‘
Basnews
