Xortekî kurd li “Kurdistana Biçûk” polîstiyê dike!
Piştî şikestina Şoreşa Başûrê Kurdistanê di sala 1975an de, gellek kurdên Başûr ber bi welatên cîhanê ve çûn û bûn penaber. Wê demê gellek Başûrî jî çûn Amerîka û li bajarê Nashville ku paytexta eyaleta Tennesseeyê ya wî welatî ye, bicîh bûn.
Ji wê demê ve heta niha hejmara kurdan roj bi roj zêde bû û gihîşt wê astê ku Nashville wek Kurdisttana Biçûk bê naskirin.
Li wê derê, xortekî kurd bi navê Çiyayî Silêman ev çend sal in bûye polîs û taxên xeternak û xofdar ên wê deverê diparêze. Apê Çiyayî fermandeyekî hêzên Pêşmerge ye û niha jî li dijî DAIŞê şer dike.
Ew dibêje, gellek caran ez hizra wê dikim ku divê ez bibim pêşmerge û li kêleka apê xwe di şer de bim…
Rudaw
