• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrên Derve yên Îran û Norveçê li Hewlêrê ne

Gulan Media August 26, 2014 Nûçe
Wezîrên Derve yên Îran û Norveçê li Hewlêrê ne
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin. Hat zanîn, Wezîrê Derve yê Norveçê Borge Brende jî hatiye Hewlêrê.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ku duh çûbû Bexdayê, îro serdana Herêma Kurdistanê kir.

Zerîf li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, alîkarê serokwezîr Qubad Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser serdana Zerîf ji Rûdawê re got, wezîrê derve yê Îranê dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike.

Felah Mistefa zanîn, Zerîf her wiha dê li bajarê Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re jî rûnê.

Hat zanîn, Wezîrê Derve yê Nerveçê Borge Brende jî gihîştiye Hewlêrê.

Li ser serdana Brende jî Felah Mistefa got, wezîrê derve yê Norveçê dê serdana kampên koçber û penaberan ên li Herêma Kurdistanê bike her wiha dê rayedarên Hewlêrê re jî bicive.

Rudaw
Top