• Sunday, 15 February 2026
logo

Kerkûkî: Dabeşkirina İraqê bo 3 herêman çareseriyeke mînak e

Gulan Media August 25, 2014 Nûçe
Kerkûkî: Dabeşkirina İraqê bo 3 herêman çareseriyeke mînak e
Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî got: ‘’Dabeşkirina İraqê bi ser 3 herêmên serbixwe de çareseriyeke nimûneyî ye bo kêşeyên siyasî.’‘

Kemal Kerkûkî di daxwiyaniyekê de got: ‘’Baştirîn çareserî û nimûneyî bo kêşeyên siyasî dabeşkirina İraqê ye bi ser sê herêmên serbixwe Kurd, Şîe û Suneyan de. Herwiha divê îdareya İraqê sîstema konfederaliyê qebûl bike.’‘

Kerkûkî wiha axifî: ‘’Niha DAİŞ bûye metirsiyeke mezin û gefan li cîhanê dixwe, loma divê welatên cîhanê rasterast alîkariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bikin. Niha Herêma Kurdistanê li ser sê mijaran kar dike, rûbirûbûna DAİŞ, pirçekkirina Hêzên Pêşmerge û alîkarîkirina koçberan.’‘

Basnews
Top